IraqNûçeRojhilatanavin

Hikûmeta Iraqê: Ti planeke me ya leşkerî bo êrişa hêrema Kurdistanê tuneye

Duhî civata bilind a ewlehî ya Herêma Kurdistanê di daxuyanyekê de raghand ku hin peyam ji aliyê Iraqê ve digehin ku artêşa Iraqê ji polîsên federal û Haşdî Şabî xwe berhev diken ji bo ku êrişî ser Herêma Kurdistanê biken di her dû eniyên bakûrê Mûsil û Kerkukê.

Li hember vê dilgranî û hoşdariya hikumeta Herêma Kurdistanê şevê din berdevkê hikumeta Iraqê Seîd Hedîsî ragihand ku wêneyek geha destê peyamnêrê Ajansa Sputnîk li Bexdayê û têda dibêje: “Hikumeta Iraqê hîç niyazek tineye sebaret encamdana êrişên leşkerî bo ser Herêma Kurdistanê ya ew navçeyên ku dibin kontrola hêza Pêşmerge de ne li parêzgeha kerkukê.”

Hedîsî ragihand ku hikumeta Iraqê niha planek li berdest heye navçeyên rojava Iraqê weku bajarê Qaem li ser sinûrê Sûriye û hin navçeyên din li nêzîkî sinorê welatê Urdinê rizgar bike.

Berdevkê hikumeta Iraqê carek din tekez liser helwesta hikumeta Bexdayê kir ku sebaret destpêkirina gotubêjan ligel Herêma Kurdistanê û got: “Bexda amadeye bo destpêkirina danustana ligel herêmê li gorî mercên Serokwezîr Heyder Ebadî diyarkiriye ku ji hemûyan girîngrtir jî reşvekirina encamên referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu