Endamê firaksiyona El-Wefa Lêl Muqawimeyê ser bi Hizbullaha Lubnanê li parlemana vî welatî got: Berdêla êrişa Îsraîlê ser Lubnanê tê wateya kutabûna emrê siyasî yê Rejîma Siyonîst.
Newaf El-Mûsewî , endamê firaksiyona El-Wefa Lêlmuqawimeyê, li parlemana Lubnanê roja yekşemiyê li gotûbêja bi rojnama El-Quds El-Erebiyê, sekinîna Rejîma Siyonîstî ser mijara meqerên mûşekî yên Lubnanê li derdora Beyrûtê mehneyek bo êrişa ser binavahiyên giring ên vî welatî da zanîn.
Nûnerê parlemana Lubnanê bal kişand ser êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîstî ser Lubnanê ji dema damezrandina vê rejîma sexte û got: Bona rawestana li ber destdirêjiya Îsraîlê, zêdebûna hêzên berevaniya berxwedanê pêwîst e.
Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li axiftina xwe li civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî îdia kir ku koma berxwedana Lubnanê nêzîkî balefirgeha navneteweyî ya Beyrûtê teşkîlata mûşekî heye.
Cebran Basîl wezîrê karên derve yê Lubnanê wek berteka li hember gotinên Nêtanyahû balyozên 70 welatan vexwend ku bila seredana van cihan bikin ku Nêtanyahû îdia dike di wan de mûşek hene ku ev kara cih hat û derewbûna îdiayên serokwezîrê Îsraîlê eşkere bû.