Komîsyona hilbijartinên pakistanê di daxûyaniyekê de raghand ku Partiya Tehrîkê Însaf ê ya vî welatî bi serokatiya Êmran xan bi bidestxistina 115 kursiyan ji sercem 342 kursiyên meclisa neteweyî, serketiyê sereke ya van hilbijartinan e.
Li gorî rapora IRNA`yê, komîsyona hilbijartinên Pakistanê roja îniyê, Partiya Tehrîkê Însaf a vî welatî bi serokatiya Êmran Xan serketiyê hilbijartinên parlemanî yên Pakistanê raghand: Lê ewî piraniya dengan bi dest nexistiye û divê ji bo pêkanîna kabînê hevalbendiyê pêk bînin.
Li gorî vê raporê, Partiya Tehrîkê Însafê bi serokatiya Êmran xan bi bidestxistina 115 kursiyan, partiya Muslim çiqa Newaz Şerîf( ML-N) wek hevrikê sereke yê Partiya Tehrîkê Însaf jî heya niha 62 û partiya gel a pakistanê, ( PPP) jî 43 kursiyên vê meclisê bi dest xistine.
Parlemana neteweyî ya pakistanê, xwediyê 342 kursiyan e ku ji vê hejmarê, 272 kes bi dengê rasterast ê xelkê tên bijartin û yên mayî jî 60 kes ji jinan û 10 kes ji kêmînna li gor hejmara kursiyên ku partiyên siyasî li meclisê bi dest xistine, partiyan kivş dikin. Serdar Muhemed Riza her wiha got: Zêde ji sedî 55 ê xelkê beşdarê hilbijartinên parlemanî bûn.
Ji gelheya 194 milyon kesî ya Pakistanê zêde ji 105 milyon kes hêjatiya beşdariya li hilbijartinên parlemanî yên Pakistanê hebûn.
Hilbijartinêد parlemanî yên pakistanê roja çarşemiyê, 25 Tîrmehê li seranserê vî welatî hat lidarxistin.