IraqNûçeRojhilatanavin

Partîyên Islamî di kabîna nû ya Herêma Kurdistanê da pişkdar nabin

Tu yek ji partîyên Islamî yên Herêma Kurdistana Iraqê wê di pêkanîna kabûna nû ya vê Herêmê de pişkdar nebe,

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, di halekî da ku di kabîna nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê de partîyên Islamî yên Yekgirtû û Komelê çend Wezaretxane ji wan Cotkarî û Ceryanê destê xwe da hebûn, tu yek ji wan yê di pêkanîna kabûna nû ya Hikûmeta vê Herêmê de pişkdar nebe.

Sedema pişikdarnebûna partîyên Islamî dizvire kêmbûna hejmara kursîyên wan li Parlimanê û dijwarbûna nakokîyên digel PDK`ê wekî partîya serketî ya hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistanê û partîya erkdarê pêkanîna hikpmetê.

Ser vî esasî Partîya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê piştî hilbijartinan bi awayekî fermî ragihand ku di kabîna nû ya hikûmetê da pişkdar nabe û yê wek opozosyon kar bike û Bizotineweya Islamî ya Kurdistanê jî ragihand ku PDK`ê tu gotûbêjek digel wê derbarê pêkanîna kabîna nû ya hikûmetê da nekirîye.

Komela Islamî ya Kurdistanê jî ku 7 kursî di vê dewra Parlimana Herêma Kurdistanê da hene ragihandîye ku di kabîna nû ya hikûmetê da pişkdar nabe lê dê peywendîyên digel partîyên din biparêze.

Eva di halekî da ye ku Serokwezîrê raspartî jibo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest bi gotûbêja digel YNK`ê û Gorranê jibo pêkanîna kabîna nû kirîye.

Başa dön tuşu