CîhanNûçeRojhilatanavin

Parzemîneke bi navê Zelandiyayê hat kifşkirin

Pisporên erdnasiyê yên li Zelandaya Nû daxuyandin ku xebatên wan ên vê dawiyê parzemîneke bi qasî 4 milyon û 900 hezar kîlomitro yî nîşan dide.

Her çi qas bi gelemperî were qebûlkirin ku parzemînên li sererdê Asya, Ewropa, Efrîqa, Antartîka, Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr û Avustralya be jî, hinek pisporên erdnasiyê dibêjin parzemînên Ewropa û Asyayê di rastiyê parzemîneke bi navê ‘Avrasyayê’ ye û diparêzin ku li cîhanê tenê 6 parzemîn hene.

Lê xebatên vê dawiyê parzemîneke din a bi navê ‘Zelandiyayê’ jî li vê lîsteyê zêde dikin. Li gorî van xebatên ku ji aliyê 11 pisporan ve tê meşandin tê îdiakirin ku giravên li rojavayê başûr ê Okyanûsa Pasîfîkê ji hevdu ne cuda ne, perçeyên qadeke bi qasî 4 milyon û 900 hezar kilomitroyî ne û ev jî ji Avustralyayê cuda ye.

Ji aliyê din ve di rapora kovara Civata Erdnasî ya Amerîkayê de hat diyarkirin ku her çi qas ji sedî 94ê vê parzemînê di binê avê de be jî, giravên wekî Zelandaya Nû û Kaledonyaya Nû di xwe de dihewîne. Pispor derdibirin ku ev agahî piştî xebatên demeke dirêj hatine bidestxistin.

Yek ji teoriyên pêşîn ên di derbarê parzemînbûna Zelandiyayê de di sala 2007an de ji aliyê Hamish Campbell ve hatibû îdiakirin. Campbell ê ku dibêje Zelandiya parzemîneke bi temamî ji Avustralya û Antartikayê cuda ye, di pirtûka xwe de îdia kiribû ku Zelandiya berê di binê avê de bû lê piştî ku parzemîn li hev qelibîn beşên wê yên wekî Zelandaya Nû derketin holê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu