Paşdaketina hilbijartinên Konseyên Parêzgehan li Iraqê
Hilbijartinên Konseyên Parêzgehan li Iraqê li gorî hevhatina rayedarên vî welatî paşde ket.
Li gorî rapora Fars Newsê, sê teşkîlatên rêveberiyê, kivşkirina qanûnan û dadweriyê yên Iraqê pejirandin ku hilbijartinên Konseyên Parêzgehan li vî welatî bimînin bo roja birêvebirina hilbijartinên parlemanê.
Wail El-Wailî serokê dayira hilbijartinên Iraqê ragihand: Navenda hilbijartinan nameyek ji nivîsgeha serokkomariyê li vê barê wergirtiye û li gor wê her du hilbijartinênên Konseyên Parêzgehan û parlemana Iraqê dê di rojekê de werin lidarxistin.
Tevgera Wifaqa Neteweyî ya Iraqê li 15 Tebaxa 2015`ê daxwaza paşdexistina hilbijartinên Konseyên Parêzgehan kiribû.
Qirar bû ku ev hilbijartin li Nîsana 2017 werin lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)