IraqNûçeRojhilatanavin

Paşdaketina hilbijartinên Konseyên Parêzgehan li Iraqê

Hilbijartinên Konseyên Parêzgehan li Iraqê li gorî hevhatina rayedarên vî welatî paşde ket.

Li gorî rapora Fars Newsê, sê teşkîlatên rêveberiyê, kivşkirina qanûnan û dadweriyê yên Iraqê pejirandin ku hilbijartinên  Konseyên Parêzgehan  li vî welatî bimînin bo roja birêvebirina hilbijartinên parlemanê.

Wail El-Wailî serokê dayira hilbijartinên Iraqê ragihand: Navenda hilbijartinan nameyek ji nivîsgeha serokkomariyê li vê barê wergirtiye û li gor wê her du hilbijartinênên Konseyên Parêzgehan û parlemana Iraqê dê di rojekê de werin lidarxistin.

Tevgera Wifaqa Neteweyî ya Iraqê li 15  Tebaxa 2015`ê  daxwaza paşdexistina  hilbijartinên  Konseyên Parêzgehan kiribû.

Qirar bû ku ev hilbijartin li Nîsana 2017 werin lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu