ÎranNûçeRojhilatanavin

Murteza Sermedî: Rêketinnama navokî, rêketinameyek di navbera navbera Îran û Emerîkayê de nîne ku aliyek bixweze li bara wê biryarê bide

Murteza Sermedî cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê roja  înê li koma nûçegihanan li Têhranê li bara gotinên vê dawiyê yên Rêks Tîlerson wezîrê karên derve yê pêşniyarkirî yê serokkomarê bijartî yê Emerîkayê li bara venihêrîna rêketinnama navokî piştî bidesthilatbûna vî welatî tekez kir: Ev nihêrîna narewa ye û ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê piştgirîkirin.

Sermedî diyar kir: Rêketinnama navokî navbera Îran û 6 welatan e û Yekitiya Ewrûpayê û NY jî ev hevhatina piştrast kirine. loma  hilêxistian mesela  venihrîna wê ji aliyê hin kesayetî û rayedarên  emerîkî va bêfeyde ye.

Cîgirê wezîrê karên derev yê Îranê bi dilniyayî got: Kesên ku dê li Emerîkayê bêne ser desthilatê tu çareyek wan tineye ku rastiyan qebûl bikin û dê jibo cihanîna  hîn baştir, rastir û lezgîntir  a rêketinnama navokî hewlê bidin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Li civîna  komîsyona hevpar a rêketinnama navokî li Viyenê hemî endam raya wan bi Îranê re yek bû ku qet nabe rê bidin rêketinnama navokî rastî hin pirsgirêkan were.

Bi cihanîna  rêketinnama navokî ji Çilla 2016`an Emerîka wek yek ji aliyên hevhatina navokî tim soz û qirarên xwe binpê kiriye û ser berpirsiyariyên xwe nesekinie.

Dirêjkirina  qanûna  boykotên 10 salî yên Îranê li kongira Emerîkayê mînaka  herî teze ya binpêkirina  rêketinnama navokî ji aliyê vî welatî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu