BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Paşdexistina mehkemekirina şêx Îsa Qasim

Çend deyqan piştî destpêbûna civîna dadgeha mehkemekirina şêx Îsa Qasim, alimê pilebilind ê behreynî, dewama mehkemekirina wî ma 7 Gulanê.

Ser daxwaza alimên olî yên Behreynê, gelê vî welatî xwenîşandana jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim rûhaniyê pilebilind ê Behreynê didomînin. Xwenîşandana piştgiriya ji şêx Îsa Qasim, wek venegeriyana bo malê û berevaniya ji mirinê hatiye binavkirinê.

Gel û alimên Behreynê, mehkemekirina şêx Îsa Qasim wek mehkemekirina  şûnas û howiyeta olî û neteweyî ya gelê vî welatî dan zanîn û li xwenîşandana  bi roj û şev ên xwe li bara dûhatên  mehkemekirina muhtemel ên şêx Îsa Qasim hişyarî dane Rejîma Alê Xelîfê.

Dadgeha  Rejîma Alê Xelîfe 27 Sibata buhurî dadgeha mehkemekirina şêx Îsa Qasim bavê menewî yê inqilaba gelanî ya Behreynê bo cara çendan  ji tirsa dûhatên  mehkemekirina wî paşde xistine.

Ev mehkemekirina  li gorî dîroka  ragihandî biryar e roja sêşemiyê 14 Adarê were lidarxistinê. Ev roja  hevgav e bi derbasbûna  eskerên Erebistanê nav Behreynê jibo serkutkirina  gelê inqilabî yê vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu