Çend deyqan piştî destpêbûna civîna dadgeha mehkemekirina şêx Îsa Qasim, alimê pilebilind ê behreynî, dewama mehkemekirina wî ma 7 Gulanê.
Ser daxwaza alimên olî yên Behreynê, gelê vî welatî xwenîşandana jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim rûhaniyê pilebilind ê Behreynê didomînin. Xwenîşandana piştgiriya ji şêx Îsa Qasim, wek venegeriyana bo malê û berevaniya ji mirinê hatiye binavkirinê.
Gel û alimên Behreynê, mehkemekirina şêx Îsa Qasim wek mehkemekirina şûnas û howiyeta olî û neteweyî ya gelê vî welatî dan zanîn û li xwenîşandana bi roj û şev ên xwe li bara dûhatên mehkemekirina muhtemel ên şêx Îsa Qasim hişyarî dane Rejîma Alê Xelîfê.
Dadgeha Rejîma Alê Xelîfe 27 Sibata buhurî dadgeha mehkemekirina şêx Îsa Qasim bavê menewî yê inqilaba gelanî ya Behreynê bo cara çendan ji tirsa dûhatên mehkemekirina wî paşde xistine.
Ev mehkemekirina li gorî dîroka ragihandî biryar e roja sêşemiyê 14 Adarê were lidarxistinê. Ev roja hevgav e bi derbasbûna eskerên Erebistanê nav Behreynê jibo serkutkirina gelê inqilabî yê vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)