Li dewama binpêkirina mafên mirovan li Erebistanê, dadgeha venihêrîna rêjîma Alê Siûd hikma îdama çalakê erebistanî erê kir.
Elî Yûsif Elî Meşîxs ji rûniştiyên navçeya Ewamiyê li rojhilata Erebistanê roja bîst û şeşem a çileya sala 2014`an hat girtin û vê dawiyê dadgeha venihêrînê piştî erêkirina hikma îdama vî çalakê erebistanî, ew fermana raberî wezareta karên hundir a wî welatî kir.
Erebistanê ji sala 2016`an va heta niha 82 kes îdam kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)