NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgirîya Bişar Esed ser azadkirina hemî axa Sûrîyê ji lepên têrorîstan

Serokomarê Sûrîyê got: Eskerên sûrî heta azadkirina hemî axa vî welatî yê rûnenên.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tass a Ûrsêtê, Bişar Esed serokomarê Sûrîyê li hevdîtina digel pişkdarên Konfiransa Netewperstên Ereb li bajarê Şam paytexta Sûrîyê herwiha got: Artêşa Sûrîyê azadkirina deverên vî welatî ji lepên têrorîstan didomîne lê serbazên sûrî li hemberî têrorîstan li parêzgeha Idlibê yê şerekî giran li pêşberî xwe hebin.

Bişar Esed herwiha got: Li gorî nêrîna Şamê her bicihbûna bîyanîyan ku bi rizamendîya dewleta Sûrîyê nebe, dagirkirina axa Sûrîyê ye.

Başa dön tuşu