AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Cehangîrî li ser bikaranîna derfetên piştî lihevkirina navokî ji bo berfirehkirina derfirotinê

Li gorî rapora navenda ragiaghndinê ya serokoamrtiya Îranê, cîgirê yekem ê serokomarê Îranê, Ishaq Cehangîrî roja duşemiyê, 6`ê Hezîrana 2016`an, li civîna navenda fermandetiya abora berxwedanê, berfirehkirina derfirotinê yek ji bernameyên sereke yên dewletê her viha yek ji mêhwerên girîng ên abora berxwedanê da zanîn û her viha got: Divê wezareta pêşe, maden û bazirganiyê û odeya bazirganiyê pakêteka ku ji bo piştgiriya ji geşepêdana derfirotinê amade bûye û hatiye ragihandin bişopîne û rêxistinên têkildr sozên xwe li wextê cih bînin.

Cehangîrî tevî pêgiriya lis er pêwsîtiya baldariya taybet li ser welatin ku menzîla sereke ya derfirotina ne-niftî ya Îranê ne, her viha got: Divê bi saya bikaranîna tecrubeya serketî ya welatên din li warê derfirtona ji bilî niftê her viha bikaranîna şiyana beşa sivîl, behrewergirtina herî zêde ji derfetên piştî cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bui Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji bo zêdekirina derfirtona ne-niftî ya Îranê pêk were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu