CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Çînê li ser kêmkirina kêşeyan li navçeya Kendava Farsê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê got: Kêşe û rageşiya li navçeya Kendava Farsê niha berjewendiyên tu welatekî dabîn nake û dê bandoreke nerênî li ser ewlehî û abûra cîhanê dayne.

Li gorî rapora IRNAyê, Lo Kang, Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê duh anku Sêşemiyê li nav koma nûçegihanan li Pikenê wek bersiva pirsa nûçegihanekî ku pirsî nêrîna Çînê derbarê kêşeyên navbera Îran û Amerîkayê çî ye, got: Piken li ser vê bawerê ye ku gotûbêj tenha rêkar e.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê roja Duşemiyê jî derbarê sefera vê dawiyê ya Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê bo Pikenê û dewama kirrîna nifta xav a Îranê tevî hebûna dijayetiyên Amerîkayê, got: Pêwendiyên asayî yên abûrî û ticarî navbera Çîn û Îranê rewa û qanûnî ye û nabe ku kesek wê yekê rawestîne.

Başa dön tuşu