ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinVîdyoYemen

1400 zarokên yemenî ji ber êrişên Erebistanê hatine kuştin

Alîkarê Sikritirê Giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî (NY) li Karûbarên Mirovdostane ragihand; 1400 zarokên yemenî ji ber êrişên van du sala ên Erebistanê ser vî welatî hatine kuştin û 19 milyon kes hewcetiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Stefan Obrayîn alîkarê Sikritirê Giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî (NY) li Karûbarên Mirovdostane li daxûyaniyekê ragihand; 1400 zarokên yemenî ji ber êrişên van du salan ên Erebistanê ser vî welatî hatine kuştin û 19 milyon kes hewcetiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Li vê daxûyaniyê herwisa hatiye ku bi hezaran kes ji xelkê Yemenê jî ji ber van êrişên Erebistanê hatine kuştin.

Alîkarê Sikritirê Giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî (NY) li Karûbarên Mirovdostane herwisa ragihand; Niha sê-yekek ji xelkê Yemenê yanî nîzikî 19 milyon kes jî ji ber bombebaranên Erebistanê di rewşeke nebaş dijîn û hewcetiya wan bi alîkariya mirovî heye.

Sandiqa piştevaniya ji zarokên Rêxistiya Netewên Yekgirtî jî bal kişande ser destdirêjiên du salên bihurî ser axa Yemenê û ragihandiye; Niha zêde ji 500 hezar zarokên yemenî li ber gefa birçîbûn û tîbûnê dane.

UNICEF`ê ji aliyên şêr li Yemenê û civata cîhanî xwestiye ku pîşiya xelaya Yemenê bigrin û alîkariyên mirovî ji xelkê vî weratî dabîn bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu