CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Çînê ser dijayetiya bi boykotên Amerîkayê dijî Îranê ra

Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê destnîşan kir: Piken boykotên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê naşopîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê, Lû Kang roja Sêşemiyê li civîna nûçeyî li nav koma nûçegihanên navxweyî û derveyî li Pikenê got: Çîn li dijî boykotên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê bi taybet li mijara firotinapetrola Îranê ye û li vî warî da hevrêtiya Amerîkayê nake.

Lû Kang bal kişande ser pêwendiyên dostane yên Çînê bi Îranê ra û got: Piken danûstandin û hevkariyên bi Têhranê ra li çarçova soz û qanûnên navneteweyî diparêze.

Beiya vê jî Hua Çûn Yîng yekî din ji berdevkên wezareta karên derve ya Çînê jî tevî ragihandina dijayetiya digel sepandina boykotên yekalî û neqanûnî yên Amerîkayê li dijî Îranê, destnîşan kir: Çîn hema wisa bi piştgiriya ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê, dê hevkariya xwe bi Têhranê ra bidomîne.

Başa dön tuşu