IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Ebadî li ser sekinîna li hemberî berpirsên nekêrhatî yên iraqî

Serokwezîrê Iraqê li konfêransa xwe ya çapemeniyê ya hefteyî got: Dê berpirsên ku berpirsiyariya xwe baş cih neanîbin, bikevin ber daxwazê û hevdîtina bi welatiylên iraqî ji bo bihîstina daxwazên wan û bersivdana bo wan hema wisa didome.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ISNAyê ji zarê Sumirye Newsê, Heyder Ebadî qala raberkirina alîkariyên malî bo derdora 60 parêzgehan li pişkên xizmetan kir û got: Dewlet ji bo dabînkirina proojeyên avî li Besreyê û parêzgeha Zîqarê hin bûdceyan terxan dike.

Ebadî her wiha got: Operasiyona ewlehiyê ji bo şopandina endamên mayî yên  komên têrorîst li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Selahedînê dê were domandinê.

Serokwezîrê Iraqê her wiha bal kişande ser hebûna kirêgirtiyan li xwenîşandana vê dawiyê li bajarên başûr û navendî yên Iraqê û got: Zêde ji 100 kes ji wan hatin girtin û dewletê fam kiriye ku kîjan aliyan pişta van aloziyan digirtin.

Parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê di rojên bihurî da bûne qada nerazîtiyên giştî li hemberî bêserûberiya rewşa xiozmetgihanîyê û bêkarbûna ciwanên iraqî.

Heyder Ebadî pêştir bi fermaneka ji heft xalan, li ser çareserkirina lezgîn a xwestek û pirsgirêkên gelê Iraqê pêgirî kiribû.

Li vî halî ofîsa serokwezîrtiya Iraqê jî bi daxûyaniyekê ragihand: Dewleta Iraqê kiryarin lezgîn ji bo pêkanîna derfetên xebatê û dabînkirina berjewendiyên welatiyan, rêxistinên dewletî û baştirbûna rewşa aborî pêşbînî kirine û biryar daye li gorî raporên Komîteya têkildarî Serokatiya Dîwana Çavdêriya Malî, berpirsên ku baş naxebitin bixe bin pirsê û komîteya nûavakirinê û raberkirina xizmetan bo parêzgehan bi serokatiya serokwezîr damezirîne.

Başa dön tuşu