Serokwezîrê Iraqê li gotûbêja bi alîkarê sekreterê giştî yê NY li karûbarên siyasî ser pêkanîna rewşê ji bo vegeryana bi sedan hezar awareyan bo navçên xwe li Iraqê teqez kir.
Li gorî rapora îro ya Fars Newsê, û ji zarê malpera El-Erebiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê di dema pêşewaziya ji Mîroslav Cênka alîkarê sekreterê giştî yê NY li karûbarên siyasî li Bexdayê de got: Dewleta wî li warê pêkanîna rewş ji bo vegeryana awareyan bo navçên xwe beriya lidarxistina hilbiajrtinan berpirsiyar e.
Ebadî li vê hevdîtinê cardinê ser lidarxistina hilbiajrtinan di dema kivşkirî sekinî û got: Dewleta federala Iraqê ser lidarxistina hilbiajrtinên parlemanî di dema qirarkirî de disekine.
Mîroslav Cênka alîkarê sekreterê giştî yê NY li karûbarên siyasî jî got: Civaka navneteweyî piştgiriyê dide Iraqê û ji bo avdankirina vî welatî û damezrandina aramî û ewlehiya li wê dê bi dewleta vî welatî re hewahengiyên hevpar hebe.
Biryar e hilbiajrtinên Iraqê 12 Gulana 2018`an were lidarxistin.