Pêgîriya Ebdulmehdî li ser piştgîriya gel û partiyan ji dewleta tê ya Iraqê
Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê bijartî yê Iraqê, pêgîrî kir: “Serketina dewleta tê ya vî welatî, bêyî piştgîriya partiyan û xelkê vî welatî wê serê xwe negire”.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, serokwezîrê bijartî yê Iraqê, bal kişand ser kiryara xwe ya bêmînak ya di warê damezirandina saytekê ji bo wergirtina daxwazên xelkê vî welatî ji bo postên wezaretî de û got: “Armanca vî karî nebûna pawanxweziyê li desthilatê ye”.
Adil Ebdulmehdî, bal kişand ser vê yekê ku bi hezaran kes ji xelkê Iraqê, daxwazên xwe şandine û herwiha got: “Tîmeka pisporiyê wê van daxwazan hilkolîne”.
Berhem Salih, serokomarê nû yê Iraqê, Sêşemiyê 2`ê Cotmehê, bi awayekî fermî Adil Ebdulmehdî, kire berpirsê pêkanîna taxima dewleta nû ya vî welatî.
Adil Ebdulmehdî, divê di mideha mehekê de wezîrên kabîneya xwe kivş bike û bide nasandin.