IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Emar Hekîm ser pişkdariya hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina Mûsilê

Serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê pişkdariya hêzên gelanî yên vî welatî li operasiyona azadiya Mûsilê girîng nirixand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Firat News’ê, nivîsgeha Emar Hekîm serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê li daxûyaniyekê tevî qedrzaniya ji hêzên gelanî yên vî welatî li şerê dijî terorîzmê destnîşan kir; Hizûra hêzên gelanî li operasiyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêyînewayê li bakûra Iraqê tiştekî pêwîst e.

Mûsila navenda parêzgeha Nêyînewayê li bakûra Iraqê ji du salan berî niha va ketiye destê terorîstên DAIŞ’ê.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê , Ehmed Cebûrî waliyê Selahedînê li bakûra Iraqê got: 350 hezar welatiyên iraqî li bajarê Şerqatê ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê dorpêç bûne.

Wî bal kişande ser kêmasiyên abûrî û alîkariyên mirovî li parêzgeha Selahedînê û ragihand ku pêwîst e alîkaiyên xwarek, saxlemî û dewa-dermanê ji bo van kesan bên şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu