ÎranIraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgiriya Emîrebdullahiyan ser rêçareya siyasî bona çareserbûna kirîza rojhilata navîn

Husên Emîrebdullahiyan destyarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li gotûbêjên xwe yên îro duşemê tev Nebî Birî serokê meclisa Lubnanê li Bêyrûtê got: Hemû welatên navçê dê hêz û qedreta xwe bona sekinîna li hemberî terorîstan bi kar bigrin û herwisa cîhana islamê mesela alîkarî dayîna bi filistîniyan jî ji bîr nekin.

Husên Emîrebdullahiyan li gotûbêjên xwe yên îro duşemê tev Nebî Birî herwisa li bara meselên navçê yên wekî Filistîn, Yemen û Sûriyê gotûbêj kir.

Emîrebdullahiyan bal kişande ser viya ku kirîza Sûriyê gere ku ji riya dîplomatîk va were çareserkirin û got: Helbet kirîza welatên wekî Yemen û Behrêynê jî gere ku ji riya gotûbêjên dîplomatîk va werin çareserkirin û li şerê dijî terorîstan Îran dê dewamê bide alîkariyên xwe bo Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu