NûçeRojhilatanavinYemen

Pêgiriya Ensarullahê li ser pêwsîtiya hişiyariya li hemberî komployan

Rêberê Ensarullaha Yemenê bal kişande ser komployên siyonîst û têrorîstan û li ser hişiyariya yemeniyan li hemberî komployan pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a El-Neşreyê, Evdilmelik Husî rêberê Ensarullaha Yemenê bal kişande ser komployên siyonîst û têrorîst û piştgirên têrorîstan li dijî welatên islamî û li ser hişiyariya li hemberî komployan pêgirî kir.

Husî got: Tevgerên zêdegav bûne darê destan ji bo serêxwegirtina siyasetên Amerîkayê li cîhana Islamê û ketine nav refên umeta islamî.

Rêberê Ensarullaha Yemenê her viha got: Rêjîma Siûdî roleke xerabker li cîhana islamê dilîze û li ser esasa ramanên nedirust û rêderketî, lîstokên şeytanî tev Amerîkayê pêk tîne.

Evdilmelik Husî bi bîr xist: Rêjîma Siûdî û tevgera wehabiyetê rûyê herî kirêt û qirêj ji islam û misilmanan nîşan dane û derbe li biratî û yekîtiya islamî xistine.

Husî her viha got: Divê em li hemberî dorpêça aborî ya sepandî ji aliyê dijmin va rawestin; Çimku tişta ku vê demê girîng e, têgihîştina rastiyên navxweyî û çareserkirina qeyrana Yemenê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu