ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

El Helbûsî ji ber piştgiriya Îranê ji yekparçetiya Iraqê, qedrê Têhranê girt

Serokê nû yê Parlimana Iraqê sipasiya piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji yekparçetî û hakimiyeta neteweyî ya wî welatî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed El Helbusî Serokê nû yê Parlimana Iraqê li hevdîtina bi Îrecê Mescidî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê ra, li ser xurtkirina hevkariyên Bexda û Têhranê ji wan li warê Parlimanî pêgirî kir.

Serokê nû yê Parlimana Iraqê piştgiriya navçeyî ji Iraqê li pişka avakirinê û xizmetgiahniyê ji wan li navçeyên ziyandîtî ji ber şerê dijî têrorîsmê û beşdariya çalak li pêkanîna rewşa jiyan û aramiyê li van navçeyan gellek girîng da zanîn û got: Iraq daxwaza hevkariya zêdetir ji berê bi welatên navçeyê ji wan Komara Îslamî ya Îranê ra dike.

Mescidî jî tevî pîrozkirina dubare ya Helbusî ji bo bidestxistina posta serokatiya Parlimana Iraqê, li ser xurtkirina hevkariyên aborî yên dualî pêgirî kir.

Balyozê Komara Îslamî ya îranê kli Bexdayê got: Nêrîna hertmî ya Îranê li Iraqê, li ser esasa pêgiriya li ser girîngiya yekîtî û yekparçetiya navbera mezheb û qewmên cûrbicûr û piştgiriya ji pêvajoya siyasî li vî welatî ye.

Serokê nû yê Parlimana Iraqê û Balyozê Îranê li Bexdayê her wiha derbarê pêwendiyên dualî û riyên xurtkirina wê, her wiha rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê ji wan mijara avê, gotûbêj kirin.

Başa dön tuşu