IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Ibrahîm Ceferî li ser bikaranîna tecrubeyên îranê li şerê dijî têrorîsmê

Wezîrê karên derve yê Iraqê xwest ku ji alîkarî û tecrubeyên îranê li şerê dijî têrorîsmê mifa were girtin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê, Ibrahîm ceferî îro şemiyê, 11`ê Hezîrana 2016`an, li Hevpeyvîna ligel kabnala têlêvîziyoniya Meyadînê got: Iraq hewcedara tecrubeya hinek ji welatan ji wan Îran, Rûsiye û heta Sûriyê li şerê dijî têrorîsmê ye.

Ibrahîm Ceferî li bara nûçeyên hinek ji mêdyayan li bara şerê Felûcê li parêzgeha Enbara rojavaya Iraqê got: Em nikarin îznê bidin ku dijminên Iraqê li bara rûniştiyên Felûcê biryarê bidin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, bi sedan kes ji gelê Besrê li başûrê vî welatî bi nîşana piştgiriya ji pêkanîna rêforman li Iraqê derketin kolanan.

Xwenîşanderan xwestin ku rêform li Iraqê cih bên û dewleteke kara û dûr ji parxwaziyên partîtî bi desthilat be.

Xwenîşanderan her viha propagandaya nerast a hinek ji kanalaên têlêvîziyonî li dijî hêzên hevpar ên iraqî li opêrasiyona azadkirina Felûcê ji bin kontrola DAIŞ`ê şermezar kirin.

Li Bexdaya paytexa Iraqê jî hejmark ji alîgirên Muqteda Sedr, rêberê Koma Sedr`a Iraqê, xwestin ku pêvajoya pêkanîna rêforman li vî welatî were lezandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu