İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêgîriya Îmam Xameneyî li ser alîkariya bo sekinîna li hember zorbêjiyê

Hezretê ayetulah Xamineyî, sibeha îro pêncşemiyê, li hevdîtina mêvanên beşdarî civîna Heskiriyên Ehlê Beytê (S) û mesela tekfîriyan, destnîşan kir: “Eger çi DAIŞ li Iraq û Sûriyê gihîştiye dawiya emrê xwe, lê nabe ku em ji mekra dijminan xafil bibin jiber ku Amerîka û Siyonîst û dûvikên wan, wê desta ji dijminatiya bi Îslamê re bernedin û pêkan e pîlaneka wek DAIŞ`ê û mînanî wê li navçeyeka din amade bikin û cih bînin“.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, misilmanên li welatên curbicur, rastiyeka sepandî ser bereya zorbêj û kufrê dan zanîn û destnîşan kir: “Cîhana Îslamê îro rojê dikare li hember kufr û zorbêjiyê bisekine û nizama Îslamiya li Îranê ku bi serêxwegirtina tam a şerîeta îslamî ye, wê bibe hegera serketina li hember dijminên Îslamê“.

Wî bal kişand ser nêzî 40 salan pîlan û zext û boykotan ji aliyê Amerîka û Siyonîsmê ve dijî nizama Îslamî û got: “Tevî van hemî zextan, em bi aşkeratî radigihînin Komara Îslamiya Îranê li her dera ku hewcetî bi sekinîna li hember kufr û zorbêjiyê hebe, wê alîkarî bike û em bona gotina vê yekê jî tu kesî berçav nagirin“.

Gotinên îro yên rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li ser du xalên girîng pêgîriyê dikin. Yek ji van du xalan koka wê li dîroka îslamê û tevgerên serdestîxwez ên li navçê ye ku têkiliya wê bi esla yekbûnê nava umeta îslamî heye.

Xala duyemîn lêbelê li ser pêwîstiya venasîna van gef û xeteran pêgîriyê dike ku niha li ber umeta îslamî ne. Ew gef wisan ku alûgorên vê dawiyê nîşan didin hêdî hêdî bi dû ketina nav welatên îslamî û li dawiyê perçekirina cîhana îslamê û xistina umeta îslamê nav şerr û duberetiyê ne. Ev duberetî û cidatî ji tevgerên fikrî yên tekfîrî û wehabîyetê serkaniyê digirin ku mînakeka wê ya vê dawiyê li fitneya DAIŞ`ê û tevgerên selefî û tekfîrî yên li navçê hatin dîtin.

Fitneya DAIŞ`ê bi berxwedana tevgera berxwredanê û bi canfîdaiya berevanên heremê û hewl û vîna gel û dewletên Sûriye û Iraqê bi dawî hat. Lê hîn xeter bi tamî ji nav neçûye û hitmala fitneyên nû heye. Jiber ku kokên DAIŞ`ê û komên terorîst li welatên wek Lîbî, Tûnis, Misr, Sûmalî û Nîcêriyê û hin welatên din nehatiye birrîn. Ya herî girîng hebûna birîna kevn a umeta îslamê û mesela Filistînê û berdewamiya dagîrkeriya Rejîma Siyonîst li Navçê ye. Îsraîlê qazanca herî zêde ji DAIŞ`ê bir. Xizmetê ku vê koma cinayetkar ser navê Îslamê û bi piştgîriya rejîmên paşverû yên wek Erebistanê, li Îsraîlê kir, li hemî dewra jiyana vê rejîma cinayetkar, bêmînak bû.

Bereya kufr û zorbêjî û siyonîsmê zêde ji 70 sal in ku bi dagîrkirina Filistînê, ew kirine pêgehek jibo pêkanîna bê ewlehîtiyê li welatên navçê û DAIŞ  jî pêk hatibû ku vê pîlanê bikemilîne.

Niha fitneya DAIŞ`ê ji serê netewên navçê dûr bûye lê kokên fitnê û navenda şerûtiyê li navçê yanê xodeya penceşêrê ya îsraîlê maye.

Hezretê ayetulah Xamineyî, mijara Filistînê, mesela yekemîn a cîhana Îslamê da zanîn û herwiha got: “Kilîla serketina li hember dijminên Îslamê, mesela Filistînê ye jiber ku bereya kufr û zorbêj û siyonîsm bi dagîrkirina welatê îslamî yê Filistînê, ew kirine pêgehek jibo pêkanîna bêewlehîtiyê li welatên navçê û divê em li hember penceşêra Îsraîlê bisekinîn“.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, armanca sereke ya dijminan bona pêkanîna nakokiyan û şerrê di navbera misilmanan de, pêkanîna ewlehiyê jibo Rejîma Siyonîst da zanîn û pêgîrî kir: “Roja ku Filistîn vegere xelkê Filistînê, wê derbeya rastîn li pişta zorbêjiyê keve û em ê jibo wê rojê têbikoşin“.

Rêberê Înqilabê: Her cihê ku hewcetî bi hebûna Îranê jibo sekinîna li hember zorbêjiyê hebe, em ê alîkarî bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version