ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Îran û Kuwêytê li ser pêwîstiya hevfirkriya welatên navçeyê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Mîrê Kuwêytê bal kişandine ser girîngiya yekîtî û hevgirtina welatên misilman û cînar di rewşa niha ya navçeyê û li ser pêwîstiya hevfikrî, hevkarî û hevahengiya ji bo pêkanîn aaramî, ewlehî û geşepêdana welatên navçeyê pêgirî kirin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiya Îranê, Hesen Rûhanî êvara çarşemiyê li hevdîtina digel şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah mîrê Kuwêytê bal kişande ser mijarên hevpar ên çandî, dîrokî û dînî yên Îran û Kuwêytê û peywendiyên nêzik û semîmî di navebra du gelan da di dirêjahiya dîrokê û got: Gellek derfet ji bo kûrkirin û xurtkirina peywendiyên Îran û Kuwêytê li berûlayên cûrbicûr hene ku em dikarin wan hemûyan ji bo berjewendiyên du gelan her wiha ji bo navçeyê çalak bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Du welat ji hêla siyasî va peywendiyên xwe yên nêzik hene û pêwîst e ku peywendiyên aborî jî hevgavê peywendiyên siyasî berfire bin.

Rûhanî di dewamê da amaje bi guhertinên herî girîng ên navçeyî bi taybet xetera têrorîsmê kir û got: Pirsgirêkên mezin ên navçeyê mîna têrorîsmê gefeke giştalî ye û tenha rêya sekinîna li hember wê û jinavbirina wê, hebûna hemî welatên navçeyê û cînaran li kêleka hev e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha li ser pêwîstiya yekîtî û hevgirtinan welatên navçeyê û xwedûrkirinan ji qelaş û nakokiyan pêgirî kir û got: Roja îro gere em wekî birayên dînî û misilman li kêleka hev bin û li hemberî ramanên cudatîçêker rawestin.

Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah, mîrê Kuwêytê jî li vê hevdîtinê tevî diyarkirina kêyfxweşiya xwe ji sefera serokomarê Îranê bo Kuwêytê û helwêst û nêrînên yekîtîçêker ên wî , got: Rrewşa niha ya navçeyê me hemûyan erkdar dike ku peywendiyeke baş bi hev ra pêk bînin; Lewma em bibiryar in ku asta peywendiyên xwe digel Têhranê di hemî waran da berfire bikin.

Mîrê Kuwêytê her wiha bal kişande ser peywendiyên baş û semîmî yên du welatan û her wiha got: Kuwêyt ji bo berfirekirin û xurtkirina peywendiyên digel Îranê li warên cûrbicûr da amade ye.

Şêx Sebah di dewamê da tevî pêgiriya li ser pêwîstiya hebûna yekîtî û hevahengiya navbera welatên navçeyê û misilman di rewşa niha ya navçeyê da, got: Em hemû misilman in û gere bi biratî û yekîtiyê bikevin kêleka hevdu û di riya geşepêdan, aramî û aştiyê da pêngavan rakin.

Serokê Komara Îslmaî ya Îranê roja çarşemiyê bi sefereke yekrojî çû Oman û Kuwêytê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu