ÎranNûçeRojhilatanavin

Cabêrî- Ensarî bû alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hikmekê, Sadiq Huseyn Cabêrî- Ensarî wek alîkarê xwe yê nû li beşa karûbarên welatên ereb û afrîqayî bijart.

Li gorî rapora wezareta karên derve ya Îranê, Sadiq Huseyn Cabêrî- Ensarî berdevkê berê yê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemê bi hukma Muhemed Cewad Zerîf bo posta alîkariya karûbarên welatên ereb û afrîqayî ya wezîrê karên derve yê Îranê hat bijartin.

Cabêrî- Ensarî rêveberê Koma Lêkolînên Rojhilata Navînê û Kendava Farsê, mişêwirê alîkarê beşa erebî û efrîqî, rêveberê giştî yê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ya wezareta karên derve û balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Lîbyayê bûye.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Huseyn Emîrebdullahiyan alîkarê xwe yê beşa karûbarên erebî û efrîqî jî wek şêwirmendê xwe bijart.

Zerîf her wiha li hukmeke din, Behram Qasimî wek berdevk û serokê nû yê navenda dîplomasiya giştî û medyayê ya wezareta karên derve ya Îranê bijart.

Behram Qasimî pêştir balyozê Îranê li Komara Îrlendê, Îtaliya û Spanyayê, rêveberê giştî yê beşa rojavaya Ewrûpayê ya wezareta karên derve û alîkarê beşa lêkolînên navneteweyî ya navenda lêkolînên stratejîk a wezareta karên derve ya Îranê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu