FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Îranê li ser piştgiriya ji xelkê Filistînê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê got: Komara Îslamiya Îranê, wê pişta gelê Filistînê li hember dagîrkeriya Rejîma Siyonîst bigire.

Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina tev komek ji çalakvanên azadiya Qudsa Şerîf, bal kişand ser vê yekê ku piştgiriya ji Filistînê, stratejiya Îranê ye û herwiha got: Çareserkirina dirust a mijara Filistînê, wê guhertinên bingehîn li çarenivîsa misilmanan pêk bîne.

Larîcanî got: Stratêjiya Komara Îslamiya Îranê, her tim piştgiriya ji Filistînê bûye û ev yeka hêviya xelkê Îranê ye ku Qudsa şerîf ji bin lepên Rejîma Siyonîst derkeve û azad bibe.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, bi rexneya ji hin welatên ereb ên navçeyê, destnîşan kir: Roja îro em dibînin hin welat ji bo pêkanîna peywendiyan tev Rejîma Siyonîst ketine rikeberî û pêşbirkê ku eva dibe sedema nerahetî û mixabiniyê.

Larîcanî li ser beşdariya xelkê Îranê li xwenîşandana îsal a roja cîhanî ya Qudsê jî got: Xelkê Îranê wê wekî salên berê, bi awayekî berfireh û bicoş di vê xwenîşandanê de, beşdar bibin.

Serokê meclisa Îranê bal kişand ser vê yekê ku roja cîhanî ya Qudsê, roja aşkerakirina rastiyan e û herwiha got: Roja cîhanî ya Qudsê, vîn û îradeya bihêz a gelan bona çareserkirina pirsgirêka Filistînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu