ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Îranê ser rola Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê bona zêdekirina ewlehiya navokî li cîhanê

Nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê û serokê grûpa “77 û Çînê“ li civîna Kunseya Hukam ser rola Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê bona zêdekirina ewlehiya navokî li cîhanê û dayîna alîkariyên pêwîst bi welatên endam sekinî.

Komara îslamî ya Îranê wekî serokê grûpa “ 77 û Çînê“ li civîna duşemê ya Konseya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê li Viyenayê daxûyaniyek belav kir û li vê civînê xwend.

Riza Necefî nûnerê hertimî yê Îranê li  Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê û serokê grûpa “77 û Çînê“ li vê civîna Konseya Hukam ser rola Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê got: Welatên endame vê saziyê berpirsê dabînkrina ewlehiya navokî li cîhanê ne û bona ku ev ewlehiya serê xwe bigre pêwîste ku welatên endame ajansê alîkariya hevdu bikin.

Nûnerê hertimî yê Îranê li  Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê û serokê grûpa “77 û Çînê“ li vê civînê bal kişande ser girîngiya zêdebûna çanda ewlehiya navokî li cîhanê û destnîşan kir; Gelek ji welatên endame Ajansê bitaybet welatên li halê pêşketinê yên endame grûpa 77 dixwazin ku ajans bernamên peywendîdar bi êminatiya navokî bide wan û li vê barê bernamên perwerdehî ji bo wan dayîne.

Civîna Demsalî ya Konseya Hukam a Ajansa navnetewî ya enirjiya Atomê ji duh duşemê û bi pişkdariya 35 welatên cîhanê yên endame vê kunseyê û endamên ajansê li navenda vê saziyê li Viyenayê destpê bûye û hetanî îniya tê dê bê domandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu