IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Iraqê ser girtina pêşiya aloziyê li nav vî welatî

Dewleta Iraqê ser girtina pêşiya aloziyê li nav vî welatî sekinî.

Piştî vexwendina xelkê Iraqê ji aliyê Muqteda Sedr rêberê bereya Sedr bona birêxistina xwenîşandana roja îniyê nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê ji xelkê xwest bona girtina pêşiya aloziya nav vî welatî vê xwenîşandanê paşda bavêjin.

Dewleta Iraqê ji xelkê vî welatî xwest berpirsyariya xwe ya dîrokî bona dayîna alîkarî bo hêzên ewlehiyê li şerê dijî terorîzmê berçav bigrin û xwe ji pevçûna tev hêzên ewlehiyê biparêzin .

Li daxûyaniya dewleta Iraqê herwisa ji hêzên ewlehiya Iraqê hatiye xwestin li çarçîva wezîfe û pêspartiya xwe bona îcrakirina qanûnê û parastina berjewendiya giştî û parastina saziyên dewletî bixebitin.

Dewleta Iraqê carek din ser îrada xwe bona îcrakirina reformê li nav sîstema dewletî ya vî welatî û sekinîna li hemberî gendeliyê sekinî û destnîşan kir ku bi hebûna aloziyan dewlet nikare li hemberî gendeliyê raweste.

Muqteda Sedr rêberê bereya Sedr roja duşemê ji xelkê Iraqê xwest roja îniyê li meydana El-Tehrîr kom bibin û daxwaza jinavbirina gendeliyê bikin û ji dewletê bixwazin kesên gendel ji ser karê xwe derxwînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu