Pêgiriya koma têrorîst a Cebheya Şamê ji bo qutkirina ava Şamê
Ebu Haşim Eltelî (El Qelemûnî) serçeteyê koma têrorîst a Cebheya Nusreyê li navçeya Wadî Berdiyê li bakurê rojavaya Şama payetxta Sûriyê roja sêşemiyê lis er rûpela xwe ya Twitter`ê li ser hebûna çeteyên vê koma têrorîst li vê navçeyê û qutkirina ava Şamê pêgirî kir.
Li gorî rapora El Meyadînê, komên çekdar ên dijbera dewleta Sûriyê roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê hebûna têrorîstên Cebheya Nusreyê li navçeya Wadî Berdiyê derew dabûn zanînê.
Têrorîstên ser bi Cebheya Nusreyê li Wadî Berdiyê eva 12 roj ni ku ava vexwarinê ya bajarê Şamê ji Kaniya El Feciyê qut kirine û gihandina avê li paytexta Sûriyê bi tankêran pêk tê.
Nav=çeya Wadî Berdiyê bi 13 gundan ku 10 ji wan di bin kontrola kesên çekdar da ne û sê ji wan di bin kontrola artêşa Sûriyê da ne, Kaniya Feciyê ku zêde ji sedî 70`ê ava hewce ya Şama paytexta Sûriyê dabîn dike, digire ber xwe.
Bi dewama serketinên artêşa Sûriyê û têkçûnên li pey hev ên têrorîstan i vî welatî, çeteyên têrorîst zêdetir ji berê dest bix erakirn û wêrankirina binavahiyên Sûriyê ji wan xerabiyên berfireh li pergala veguehstina elektrîk û sîstima avgihaniya vî welatî kirine.
Nivîsgeha hevahengiyên mirovdostiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Sûriyê jî vê dawiyê tevî amajeya bi viya ku çar miliyon welatiyên sûrî li Şam û derdora wê tûşî pisgirêka qutbûna ava malên xwe bûne, ragihand: Qutbûna du çavkaniyên sereke yên ava vexwarinê yên Wadî û Berdî û Kaniya Feciyê ku derdora ji sedî 70`ê ava rûniştiyên şamê dabîn dikin, xerakirina bi qesd a jêravahiyan tê hesêb.
Ji deqîqeyên destpêkê yîên berbanga roja îniyê, 30`ê Kanûna 2016`an, agirbesa giştalî li seranserî Sûriyê pêk hatiye û gellek ji komên çekdar ev yek pejirandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)