FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya komên filistînî li ser girîngiya roja cîhanî ya Qudsê

Bi nêzikbûna roja cîhanî ya Qudsê, komên cûrbuicûr ên filsitînî li kêleka hinek ji rêxistinên erebî-islamî li ser girîngiya vê rojê pêgirî kirin.

Komên filistînî, rêxistinên mafên mirovan li cîhana ereban û rêxistinên dijbera asayîkirina peywendiyan ligel Rêjîma Siyonîst, tevî pêgiriya li ser girîngiya roja cîhanî ya Qudsê ku mîrata xîmdarê Komara islamî ya îranê, hezretê îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be), ye, li bara planê Rêjîma Siyonît ji bo cihûkirina Qudsê hişiyarî dan.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, Xalid Beteş ji rêberên tevgera cîhada islamî ya Filsitînê naskirina îniya dawiyê ya her meha pîroz a rojîtiyê wek Roja Cîhanî ya Qudsê ji aliyê îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) wek derfetek ji bo vejiyandina girîngiya Qudsê li pêvajoyên cîhana ereban da zanîn û got ku ev kiryar nîşaneke eşkere ji mêhwerbûna ramana Filsitînê û cîgeh aQudsê di dilê gelê misilman û bawermend e.

Serokê Civata Mafên Mirovan a Mexribê, Ehmed Haîc jî tevî diyarkirna mixabiniya xwe ji bêdengiya civata navneteweyî li hemberî cinayetên Rêjîma Siyonîst li dijî gelê bindest ê Filistînê, got ku armanca kiryarên bi vî rengî, cihûkirina Qudsê, guhertina nijyar û gelheya vî bajarî û dûrkirina Qudsê ji çand û şaristaniyeta olî ye.

Berdevkê fermî yê yekîtiya gelanî ya karkeran li Mexribê, Yûsif Elakûş jî got ku armanca Roja Cîhanî ya Qudsê vexwendina xelkê li cîhana ereban û cîhana islamê ji bo hewildana sa vegerandina Qudsê bo ser cîgeha wê ya sereke ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu