ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Larîcanî li ser berfirehkirina peywendiyên aborî nava Îran û Otrîşê

Elî Larîcanî serokê Meclisa şêwaraya îslamî ya Îranê roja yekşemiyê, 23`ê Cotmeha 2016`an, li hevdîtina digel Karêl Haîns Kîf cîgirê serokê parlimana Otrîşê li Têhranê got: peywendiyên di navbera du welatên Komara îslamî ya Îranê û Otrîşê hertim di asteke baş da bûye û piştî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar (Joint Comprehensive Plan of Action) jî li warê abor û bazirganiyê ber bi pêşketinê ye.

Serokê Meclisa şêwaraya îslamî ya Îranê, Larîcanî got: Berfirehkirina danûsatndin û têkiliyên parlimanî di navbera Îranê  ûOtrîşê û berfirehkirina hevkariyên du welatan li warên aborî, ênêrjî, zanistî-zanîngehî, jîngeh û têknolojiyên nûjen girîng e.

Serokê Meclisa şêwaraya îslamî ya Îranê her viha bal kişande ser qeyranên navçeya Rojhilata Navînê û her viha got: Têhran li ser girîngiya gotûbêjên siyasî wek tenha riya serketina li hemberî pirsgirêkên heyî dewsa bikaranîna şêwazên leşkerî pêgiriyê dike.

Karêl haîns Kîf cîgirê serokê parlimana Otrîşê jî li vê hevdîtinê got: Hevkariya digel Îranê wek welatek ku roleke xwe ya girîng li aram î ewlehiya navçeyê û alîkariya ji bo kêmkirina kêşe û pevçûnan heye divê were berçavgirtin.

Cîgirê serokê parlimana Otrîşê ji bo pêkanîna sefereke çarrojî û hevdîtin û gotûbêja digel hin rayedarên Komara îslamî ya Îranê li bara peywendiyên duyalî û mijarên girîng ên navçe û cîhanê êvara şemiyê gihîşte Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu