İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêgiriya Larîcanî li ser berfirekirina peywendiyên digel welatên îslamî

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina digel Xuzeyr Xezayî serokê nivîsgeha siyasî ya Partiya El Deiveya Iraqê li Têhranê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya berxwegirtina helwêstên kêrhatî ji aliyê hinek ji welatan li navçeyê, got: Hebûna Iraqeke ewleh û aram xwesteka gel û berpirsên vî welatî ye.

Serokê parlimana Îranê bal kişande ser serketinên vê dawiyê yên hêzên iraqî li dijî têrorîstên tekfîrî û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşketin û geşepêdana Iraqê amade ye ku tecrubeyên xwe li warê aborî, siyasî, zanistî û çandî bide ber destê vî welatî.

Xuzeyr El Xezayî serokê nivîsgeha siyasî ya Partiya El Deiveyê û cîgirê serokomarê berê yê Iraqê jî got: Iraq û Îranê peywendiyên xurt li ser esasa rêz û berjewendiyên hevpar hene.

El Xezayî her viha qala paqijkirina bajarê Mûsilê ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li pêşerojeke nêzik kir û her viha got: Hêzên çekdar ên Iraqê li kêleka hêzên gelanî hema wisa têkoşîna ciddî li dijî van komên têrorîst didomînin.

Serokê nivîsgeha siyasî ya Partiya El Deveya Iraqê her viha sipasiya Îranê ji ber alîkariyên bibandor ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li Iraqê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version