ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya li ser berfirehkirina hevkariyên ewlehiyê navbera Îran û Iraqê

Fermandarê Sînorvaniya navçeya Qesrê Şêrînê, Serheng Hucetullah Kerîmî roja çarşemiyê li hevdîtina bi sertîp Fexredîn Ebdullah Mihemed Seîd, F ra li derbasgeha fermî ya Perwîzxan, got: Kontrola deqîq a zîvala sînorî û zêdekirina hevkariyê ji aliyê sînorvanên du welatan va, dê bibe sebeba xurtkirina ewlehî û aramiya sînor.

Serheng Kerîmî tevî amajeya bi kiryarên bibandor ên pêkhatî ji aliyê Henga Sînorî ya Qesra Şêrînê têkildarî dabînkirina ewlehiya sînorên digel Iraqê, ji aliyê iraqî xwest ku bi zêdekirina zêdetir ji berê ya kontrola li ser sînor, bi awayekî ciddî li hemberî aliyên çekdar ên neqanûnî û qaçaqçiyan raweste.

Sertîp fexredîn Ebdullah Mihemed Seîd F jî got: Li gorî babetên zehf ên hevpar di navebra Îranê û Iraqê da, hevkariya dualî divê zêdetir ji berê bibe.

Şaristana sînorî ya Qesra Şêrînê li rojavaya Kirmaşanê 186 Kîlomitr sînorê digel Iraqê heye ku di dirêjahiya vî sînorî da 2 derbasgehên fermî yên Perwîzxan û Xosrewî hene  ku danûstandinên aborî û ticarî û derfirotian kelûpelan bo Herêma Kurdistanê û Hikûmeta navendî ya Irqê ji riya van du derbasgehan va pêk tê.

Başa dön tuşu