İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêgiriya li ser hilkolandina cinayeta cengî ya Erebistana Siûdiyê li Yemenê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Kiryara vê dawiyê ya Erebistanê ya kuştina welatiyên sivîl ên yemenî divê wek cinayeta cengî li dadgehên navneteweyî were hilkolandin.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro anku duşemiyê li hevpeyivîna digel IRIB News`ê her viha got: Destdirêjiya eşkere ya rêjîma Alê Siûd li ser Yemenê mijareke teze nine û eva demek dirêj e ku siûdî van cûre êrîşên necamêrane dijî gelê bêberevan ê Yemenê pêk tînin.

Behram Qasimî got: Desthilatdarên siûdî ku heta niha nekarîne armancên xwe yên destdirêjiya ser Yemenê bi dest bixin, niha kiryarên cinayetkarane li dijî gelê Yemenê girtine ber xwe.

Qasimî herviha got: Êrîşa firokeyên siûdî li ser rêûrisma şîngêriyê li Senayê ku di encamê da bi sedan kes ji xelkê vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn yek ji karesatên herî mezin ên vê demê ye.

Wî bi bîr xist: Kuştina gelê Yemenê bi wan sîlehan pêk tê ku hinek ji welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê dane ber destê siûdiyan û çekên wan ên bixof bi vî rengî mirovên bêguneh ji nav dibin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Îran dixwaze ku civaka cîhanî û saziyên ku idiaya mafên mirovan dikin di vê qonaxê da kiryara siûdiyan wek cinayeta cengê li saziyên çalak li warê Mafên Mirovan hilêxinin.

Li êrîşa roja şemiyê ya firokeyên şêrr ên Erebistana Siûdiyê li ser rêûrisma şîngêriyê li Senaya paytexta Yemenê bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version