ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya li ser rakirina berbendên ser riya peywendiyên aborî navbera Îran û Tirkiyê

Wezîrê Pêşe, Kan û Ticaretê yê Komara Îslamî ya Îranê li ser zêdekirina hewildanan ji bo rakirina berbendên ser riya berfirekirina hevkariyên aborî nava Îran û Tirkiyê pêgiriî kir.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars News`ê, Mihemedriza Nêmetzade, Wezîrê Pêşe, Kan û Ticaretê yê Komara Îslamî ya Îranê li koma kedkarên balyozxaneya Îranê li Enqerê li bara hewildanên pêkhatî li çarçoveya handana sermadanîna derveyî û rola erênî ya Lihevkirina Navokî li rakirina boykotan û kêmbûna zextên aborî li Îranê raporek raber kir.

Nêmetzade li vê civînê bal kişande ser armanca 30 miliyardolarî ya Îran û Tirkiyê li warê berfirekirina hevkariyên aborî û rakirina berbendan û hewildana giştalî ji bo berfirehkirna peywendiyan ji aliyê hemî saziyên têkildar li du welatan girîng zanî.

Hevdîtina digel Nîhad Zîbekçî wezîrê aborê û serokê aliyê tirk li komîsiyona hevpar a hevkariyên aborî û ticarî nava Îran û Tirkiyê û gotûbêja li bara standardên ku Tirkiyê ji bo hinek ji kelûpelên îranî li warê firotina bo vî welatî datîne, her wiha zêdekirina lîsteya kelûpelên dikevin ber lihevkirnameya ticareta vebijarkî nava Îran û Tikriyê ji armancên herî girîng ên sefera Wezîrê Pêşe, Kan û Ticaretê yê Komara Îslamî ya Îranê bo Enqerê bûneNiha Îranê ji bo derkirrîna 125 cûre kelûpelên tirkiyeyî daşikandineke tarifî berçav girtiye û li hemberî viya Tirkiyê jî ji bo 140 cûre kelûpelên ku ji Îranê dikirre, daşiakndina tarifê daniye.

Wezîrê Pêşe, Kan û Ticaretê yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemedriza Nêmetzade duh anku sêşemiyê ji bo gotûbêja li bara berfirekirina danûstandinên aborî û ticarî nava Îran û Tirkiyê di serê taximekê da gihîşte Enqerê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu