NûçeRojhilatanavinYemen

Mihemed Elî El-Hûsî: Divê Amerîka xwe ji gefxwarinên Yemenê dûr bixe

Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê Mihemed Elî El Hûsî şeva şemiyê got: “Eger Amerîka naxwaze zirareke din bibîne, divê xwe ji êrîş û tehdîdkirina miletê Yemenê dûr bixe.” wî diyar kir.

Hûsî got: “Heger Amerîka dixwaze ku li deryaya sor zirarê nede keştiyên xwe û îmaja xwe biparêze, divê Rejîma Siyonîstî neçar bike ku êrîşên xwe yên leşkerî rawestîne û dorpêça li ser zîvala Gazayê bi temamî rake.”

El Hûsî diyar kir ku hêzên çekdar ên Yemenê ji bo piştgiriya Gazzeyê amade ne û hişyarî da ku heke Amerîka û Rejîma Siyonîst êrişên xwe yên li dijî Gezeyê nerawestînin dê êrişên xwe yên ser gemiyên hevpeymaniyê bidomînin.

Başa dön tuşu