NûçeCîhanEwropa

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Rojava 28 hezar ton çek radestî Ukraynayê kir

Wezîrê berevaniya Rûsyayê got: Welatên rojava bi hinceta dirêjkirina şerê Ukraynayê şandina çekan bo Ukraynayê berdewam dikin û heta niha zêdetirî 28 hezar ton çek radestî Ukraynayê kirine.

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu di hevdîtina bi rayedarên leşkerî yên vî welatî re ragihand ku şandina çekan ji welatên rojavayî bo Ukraynayê bû sedema aloziya zêdetir li navçeyê û got: “Piraniya wan çekan li bazara reş tên firotin.” got.

Berî niha kanala nûçeyan a Rûsî Rashatoday ragihandibû ku şandina çekên kujer ji rojava bo Ukraynayê di nava şer de li vî welatî bûye sedema çêbûna bazarên neqanûnî yên kirîn û firotina çekan.

Heya niha Rûsyayê çendîn caran hişyarî daye welatên rojava derbarê çekdarkirina Ukraynayê, û rexne li hêzên Ukraynayê kiriye ku binpêkirina mafên mirovan û êrîşên li ser niştecihên bi eslê xwe Rûsî li rojhilatê Ukraynayê paşguh kirine.

Welatên rojava bi taybet Amerîka di salên borî de piştevaniya aborî û leşkerî ya berfireh ji hikûmeta Ukraynayê re pêşkêş kiribûn û piştî destpêkirina şer û pevçûnan li vî welatî, piştgiriya xwe û şandina çeteyên kirêt berdewam kirin.

Başa dön tuşu