ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya rêberê guiranqedr ê Inqilaba Islamî li ser pêwîstiya şirovekirina têgehên Quranî

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî berêvariya sêşemiyê, 7`ê Hezîrana 2016`an, li civîna manewiya dostiya ligel Qurana pîroz li yekemîn roja meha pîroz a rojiyê li ser hewcetiya zêdetir ji berê ya cîhanê bo têgihîştina têgehên Quranî li rewşa niha da pêgirî kir.

Wî got: Eger wateyên bilind ên Quranê bi zimanê îroyîn ji bo mirovan werin ravekirin, wê bi hetim bandoreke mezin bike û rewşê ji bo pêşketina rasteqîn a mirovahiyê xweş bike.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islasmî tevî ravekirina bandorên manewî û berhem û bereketên têgehên quranî li jiyana mirovahiyê, her wiha got: Aramiya ruhî û dînî yek ji bereketên naskirina têgehên quranî ye û ev aramiya rewşê ji bo zêdebûna baweriya mirov bo Xwedayê teala û hêza wî amade dike.

Wî destnîşan eger ev têgeh werin veguehstin qurana kerîm wê bibe hêza bibandor a sereke li cîhanê û hêzxurt û çekên wan û Rêjîma Siyonîst nikrin tu karekî bikin.

Yek ji pirsgirêkên niha yên civatên mirovahiyê dûrbûna ji manewiyet û exlaq û bawermendiyê ye. Pergala desthilatdar a cîhanî jî tevî bikaranîna vê valatiya mezin hewil dide ku herî zêde civatan ji exlaq û manewiyetê vala bike. Ji ber ku civata ku ji nirxên exlaqî û riya gihêştina li bextewerî û seadetê bi dûr bikeve, serdestiya li ser wê hêsan dibe.

Ji ber viya tişta ku ji bo hêzxurtên istkibarî ji bo serdestiya wan li ser welatên Îslamî girîng e, dûrkirina ji dîn û dûrkirina ji pêkanîna dirust a femanên Quranê ye. Di rastiyê da ev yeka ji amorên pergala desthilatdar e. Ji ber ku armanc û mebestên wan li navçeyê tam berovajî armanc û têgehên quranê ne.

Ji ber viya ye ku hezretê ayetullah Xamineyî ji vê babetê va bidestxistina serfirazî û izet, hêz, rehetiya madî, geşatiya manewî, berfirehkirna fikr û baweriyê her viha şadî û tenahiya rûhî girêdayî bi pêkanîna fermanên Quranê dda zanîn û destnîşan kir: Eger ku têgehên Quranê bên fêmkirin, wê bi hetim li dinyaya lihevaliyayî, tûfanî û tijî ji pirsgirêkan a îro kûrahiya têgehên quranî û bandora wê zêdetir tê gihîştin.

Guhertinên niha nîşan didin ku dûrbûna misilmanan ji Quranê beşek ji stratijiya welatên rojavayî ji bo girtina pêşiya berfirehbûna ramanên pêkênerê yekîtiyê li nava umeta Îslamê ye.

Li vê navê da hevdengiya hinek ji welatên navçeyê bi taybet Erebistanê ligel armancên Amerîka û Israîlê ji bo berbelavkirin û rewacdayîna kiryarên ku bêtifaqiyê zêde dikin, rewş ji bo pêkhatina çenddestetiya mezhebî û siyasî li welatên îslamî amade kiriye. Erebistanê bi bihaneyên cûrbicûr heta bi saya derxistina astengiyan li warê lidarxistina merasima hecê bi wateya rasteqîn, vê tevgera xerab didomîne. Ev xetereke mezin e ku herî zêde gef li yekîtiya cîhana Îslamê dixwe. Ev tevgerên sexte û jirêderketî dixebitin ku misilmanan ji hokarên pêkênera yekîtiyê û baweriyên hevpar ku Quranê li wan şîret kiirye û têkildarî çarenivîsa komkî ya misilmanan e, dûr bike.

Di rewşa niha ku umeta Îslamê ji her aliyekî va ketiye ber êrîşa tevgerên ji rêderketî bi navê Îslamê û dijminên Îslamê rewşê nerewa bi kar tînin, palpiştiya li fermanên Quranê xwedana girîngiyeke kilîdî û bingehîn e. Di rastiyê da rêkara pirsgirêkên niha yên cîhana islamê, naskirina rastîn û pêkanîna dirust a destûrên Quranê ye. JI ber ku hokarên ku ev duberetiya gurr kiirne, neagahiya ji têgehên quranê wek pirtûka yekîtî û yekparçetiya umeta islamê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî li vî warî da bal kişande ser valatiya pênaseyî, fikrî û baweriyê li cîhana îro û hewcetiya mirovahiyê bo têgehên quranî û ev rastiya bi bîr xist ku divê bi saya xurtkirina bingehên baweriya xwe û naskirina ziman û şêwaza veguehstina têgehên quranê bo mirovan, ev têgeh bo dinyayê werin veguehstin.

Naskirina rastîn a Quranê dibe sebeba yekbûna umeta islamê û sembola hêza nerm a wan e û eger ku ev çavkaniya mezin were berçavgirtin û fermanên wê cih bên, cîhana islamê dikare ji berbendên ku li ser riya pêşketin û gihîştina bo cîgeha rastîn a islamê hatine danîn, derbas bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu