CîhanEwropaNûçe

Li Meksîkayê otobus û tankêra sotemenî li hev qelibîn û di encama qezayê de 24 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn

Li gorî zanyariyên berdest, li Meksîkayê otobusa rewiyan û tankêra sotemenî li hev qelibîn, li gorî amareyên pêşî di qezayê de 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Bûyera qezayê li bajarê Petacalco ku dikeve başûrê welat pêk hat. Sedema qezayê nehat diyarkirin û tîmên agirkuj xebatên xwe yên tefandinê didomînin.

Berpirsekî ewlehî yê bajarê Petacalcoyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku hinek rêwiyên otobusê bi şeweyekî fecî şewitîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu