ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Rûhanî li ser berfirehkirina peywendiyên Îran û Mecaristanê

Serokê Komara îslamî ya Îranê got: Esas û bingeha siyaseta derveyiya dewleta Îranê berfirekirin û xurtkirina asta hevkariya digel welatên dost ji wan welatên endaamê Yekîtiya Ewropayê ye.

Li gorî rapora navenda ragiahndinê ya serokomartiya Îranê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê li hevdîtina digel Lazlo Kûvêr serokê parlemana Mecaristanê (Hingariyê) li Têhranê, bal kişande ser rola bi bandor a Yekîtiya Ewropayê li gotûbêjên navokî û pêwîstiya bikaranîna zêdetir a derfetên piştî rakirina boykotan ji bo berfirekirina hevkariyê û got: Îran welatekî mezin bi aboreke nûdiyarbûyî ye û derfet û potansiyêlên xwe yên baş hene.

Rûhanî got: Şiyana Îranê li warê xizmetên teknîkî û endazyarî û cihanîna planên binavahî û şiyanên Hingariyê li warên pêşe û cotkariyê derfetên sûdmend ji bo berfirekirina hevkariyên Têhran û Bodapistê ne.

Rûhanî amaje bi biryarnameyên nacva Îranê û gellek ji welatên ewropî li serdema piştî rakirina boykotan kir û got: Gellek ji van biryarnameyan ketine qonaxa kiryarê û sermayedane û kompaniyên hongaryayî jî dikarin rewşa nha ji bo berfirekirina hevkariyan bi kar bînin.

Serokê Komara îslamî ya Îranê her viha gotinên xwe bire ser têkoşîna giştî li hemberî têrorîsmê û got: Têrorîsm pirsgirêkeke ciddî ji bo navçe û cîhanê ye û tu welatek nikare li hemberî wê parastî bimîne.

Rûhanî bal kişande ser rewşa aloz û diltezîn a xelkê Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya û pêwîstiya hewildana ji bo vegerandina herî bilez a ewlehiyê bo van welatan û destnîşan kir: Şandina alîkariyên mirovdostiyê yên dermanî û xwarekê bo gelê van welatan û hewildana ji bo kêmkirina derd û rencên wan erka girîng a însanî û navneteweyî ye.

Lazlo Kûvêr serokê parlimana Hongariyê jî tevî pêgiriya li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyên Îran û Hingariyê li hemî waran û got: Bodapistê dil heye ku asta hevkarî û peywendiyên xwe di hemî waran da digel Îranê berfire bike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu