ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

“Amerîka ji serkeftinên Muhafizên Şoreşê ya li Sûriyeyê û Iraqê aciz e”

Rojnamevanê îranî Hasan Şemşadî pêşnûmeya Senetorên Amerîkayê ya derbarê Muhafizên Şoreşa Îranê têxin lîsteya terorîstan nirxand û ragihand ku ev yek berteka serkeftinên li Sûriye û Iraqê ya Muhafizan bidestxistin e.

Şemşadî destnîşan kir ku ev 6 sale Amerîka dixwaze rêvebirya Sûriyeyê hilweşîne, lê têkoşîna dijî DAIŞê ya Muhafizên Şoreşê û piştgiriya xwe ya bo gelê Sûruyeyê planên Amerîkayê têk birine. Herwiha mîlîtanên DAIŞê ku Amerîka wan biçek kirin, li hemberî hêzên milîsan ên ku Muhafizên Şoreşê şewirmendiya wan kir, ji paşve vekişiyane.

Şemşadî, sedemên aciziya Amerîkayê wiha bilêv kir û got: ‘Siyasetmedarên amerîkî ji jimara Muhafizên Şoreşê ya li herêmê dilxweş nînin. Amerîka ji piştgiriya Mihafizên Şoreşê bo Hîzbûllahê û leşkerên Filîstînê jî aciz dike. Ji ber vê yekê bi pêşnûmeya ku hat pêşkeşkirin Amerîka armanc dike bandora Muhafizên Şoreşê kêm bike û divê navberê de pergala dewleta Îranê jî xirab bike.’ Rojnamevanê îranî eşkere kir ku 40 salê Amerîka heman rêbaz ji aliye Washingtonê ve tê birêvebirin û wiha pê de çû: ‘Dê hewldana senetorên amerîkî wekê bere têk biçe.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu