Pêgîriya Rûhanî ser giringiya werzişa giştî li kêleka berçavgirtina werzişa qehremaniyê
Serokê Komara îslamî ya Îranê got: werzişa giştî esas û bingeh e lê ji aliyê din ve werzişa qehremaniyê dikare nivşa ciwan a welatê me bo werzişa giştî han bide .
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hucetulîslam welmuslimîn Dr. Hesen Rûhanî yekşemiyê şevê li mêvadariya fitarê bi werzişkaran re bal kişand ser xwedûrkirina ji quretiya derew û bêhêvîbûna li dema biserketinê û şikesta li warê werzişê û got:Ger rojekê di qadên werzişê me şikest xwar nabe ku ev dorandina me bêhêvî bike û ger em bi ser ketin jî nabe ev serketina bibe sedema quretiya me û her serketinek divê bibe nerdibanke ji bo pêşketinên bilindtir.
Dr. Rûhanî destnîşan kir: Ger werzişa qehremanî ger bi exlaqa Îslamî û însanî hevrê bibe dikare hemî propagendeyên ku li warê tirsandina ji Îranê li dinyayê bi rêketine ji nav bibe û rûmeta rastîn a Îranê û îraniyan ji xelkê cîhanê re bide nasandinê.
Serokê Komara îslamî ya Îranê got : Par û li heyamê meha pîroz a Remezanê lehengên me karîn ku li warê dîplomasiyê li hember civaka îhanî bi ser kevin û mafên gelê Îranê ji hemen kesên ku îdia dikirin Îranê mafê zengînkirinê tune ye bi destxistiye û îro rojê li warê navokî bi wan re muzakirê bikin .
Dr . Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku lehengên Îrana îslamî zincîrên boykotê hilweşandin û rê jibo xebata civakê vekirine û destnîşan kir: Li her war û rişteyekê ku nunerên gelê Îranê bi ser dikevin eav tê wateya serketina hemî gelê Îranê ye.
serokê Komara îslamî ya Îranê li dewama hêviya qehremanî û serketinên werzişkarên îranî li welatê me li olempîkê û paraolempîkê kir û hêvî kir ku wezişkar cardinê jibo gelê Îranê fexr û şanaziyê bixuliqînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)