İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêgîriya Ruhanî ser pêwîstiya garantîkirina berjiwendiyên Îranê li peymana navokî

Serokkomarê Îranê ser pêwîstiya garantîkirina berjiwendiyên Îranê li peymana navokî (noklerî) pêgîrî kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Ruhanî serokê Komara Îslamî ya îranê li gotûbêja telefûnî ya tev serokwezîra Brîtaniyayê Theresa May bal kişande ser viya ku bona Yeketiya Ewrûpa wexteke sînordar heye bona parastina rêketina navokî û garantiyên pêwîst ku bide Îranê û got:  Berjiwendiyên gelê Îranê li meselên Firotina niftê, Gaz, Petroşîmî û peywendiyên bankî û sermayeguzariyê pêwîst e zelal bibe.

Ruhanî bal kişande ser viya ku li rêketina navokî du aliyan soz dan û eva dirust nîne ku tenê aliyek sozên xwe cih bîne û di dewamê de got: Îran bi pêbendiya xwe ser rêketina navokî bi dû dabînkirina xêr û qazanca netewî ya xwe ye, herçend mixabin aliyê hemberî me sozên xwe bibaşî cih neaniye.

Serokkomarê Îranê bal kişand ser rola Brîtaiyayê li gotûbêjên navokî yên ji sala 2003 hetanî îmzabûna rêketina navokî ku rêketinek ser qazanca her du aliyan bû, Kiryara Amerîka ya derketina ji nav vê rêketinê neqanûnî, neberpirsyarane û dijî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî daye zanîn.

Ruhanî civîna taximên karnasî û civîna roja sêşemê ya wezîrê karên derve yê îran, Brîtaniya, Alman, Fransa û berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa li Brûksilê girîng nirixand û hêviya xwe daye diyarkirin ku ev civîna bikaribe qazanca Têhranê li gor rêketina navokî biparêze.

Ruhanî herwisa rola Rêketina Navokî bona qahîmkirina aşitî û ewlehiya navçê girîng daye zanîn û destnîşan kir: Berpirsyariya her rewşeke nebaş li vê barê li ustiyê Amerîkayê ye ji ber ku Amerîka sozên xwe li gor vê rêketinê cih neanîn.

Serokwezîra Brîtaniyayê jî li vê gotûbêjê bal kişade ser pêwîstiya parastina rêketina navokî û got: Hedefa Yeketiya Ewrûpa parastina rêketina navokî ye û Lundin bi hevkariya hevkarên xwe yên ewrûpî hemû xebatên xwe bona parstina vê rêketinê û behregirtina Îranê ji xêr û qazancên gor vê rêketinê bikar digire.

Exit mobile version