ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Ruhanî û Erdogan li ser berfirehkirina peywendiyên di navbera Îran û Tirkiyê de

Serokê Komara îslamiya Îranê û serokomarê Tirkiyê li ser berfirehkirina hevkariyên di navbera du welatan de pêgîrî kirn.

Hesen Rojanî serokê Komara Îslamiya îranê, roja sêşemiyê li axiftineka bi rêya telefonê li gel Receb Teyîb erdogan, serokomarê Tirkiyê, xwest ku peywendiyên di navbera du welatan de di hemî waran de zêdetir ji berê berfireh bibin û wê yekê xwesteka her du netewan da zanîn û pêgîrî kir lezandina cihanîna hevhatinan, wê van peywendiyên ber bi geşbûnê, zûtir berfireh bike.

Serokomarê Îranê herwiha dewama hevfikrî û şêwirînên Îran û Tirkiyê ji bo pêşdabirina armancên aştiya hevpar a dostane ya li navçê, pêwîst da zanîn û bal kişand ser alûgorên vê dawiyê yên li Sûriyê û got: Divê her du welat bi xurtkirina hevkariyên hevpar, îzn nedin ku kêşeyên li vî welatî zêde bibin.

Serokê Komara îslamiya Îranê, destwerdan û kiryarên kêşesaz ên Amerkayê û Rejîma Siyonîst yên li navçê bi bîr xistin û pêgîrî kir: Eger welatên ku êriş kirine ser Sûriyê, bi rastî li dû sebebkarên êrişa kîmyayî bûn, çima îzn nedan ku lêkolerên Rêxistina Qedexetiya Çekên kîmyayî, lêkolînên xwe cih bînin.

Receb Teyîb Erdogan, jî pêşwaziya berfirehbûn û kûrbûna zêdetir ji berê ya peywendiyên di navbera Têhran û Enqerê de di hemî waran de kir û hêvîdariya xwe diyar kir ku sefera wezîrê aboriya welatê wî bo Têhranê û bi encamgihandina hevhatinên dualî, pêvajoya zêdekirina asta danûstandinên du welatan, bilezînin.

Serokomarê Tirkiyê, li dewamê bal kişande ser rewşa Sûriyê û bi pêgîriya li ser vê yekê ku hevkariya bi Îran û Rûsyê re, bona kêmkiirna kêşeyan li meydanê û pêşdabirina pêvajoya siyasî ya li Sûriyê, di serê hemî karan de ye û ewlewiyet e û got: Parastina yekperçetiya axa Sûriyê û peydakirina rêbazên siyasî ji bo bi dawîanîna rewşa niha, bi hewldan û hevkariyên hevpar re pêkan e.

Başa dön tuşu