Pêgiriya Salihî li ser kiryarên pêwsît ên Îranê dema binpûêkirina Lihevkirina Navokî
Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê qala amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêkanîna kiryarên pêwîst di dema binpêkirina Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê ji aliyê Amerîkayê va kir.
Elî Ekbner Salihî serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê roja duşemiyê li koma nûçegihanan li Têhranê li bara berteka Îranê li hemberî binpêkirina Lihevkirina Navokî ji aliyê amerîkiyan va got ku wî li civîna xwe ya vê dawiyê digel serokê Komara îslamî ya Îranê ev mijar û çawaniya reftara digel wê hilkolandiye.
Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê bi gotina viya ku heke amerîkî boykotên li dijî Îranê dirêj bikin, wê teqez Lihevkirina Navokî binpê bibe, got: Îranê dema ku gotûbêjên navokî dest pê kirin, pêşbînî dihat kirin ku renge aliyê hember li ser sozên xwe nemîne; çimku em nema dikarin baweriya xwe bi welatên rojavayî ra bînin.
Salihî tevî pêgiriya lis er viya ku Îran di heyama kurt a yek sal û nîvê dikare bigihêje qaseke berbiçav a zengînkirna oranyûmê, her viha got: Elbete Têhran naxwaze ku bûyerin biqewimin ku Lihevkirina Navokî tûşî nakokiyê were, lewma dê bi hişiyarî û tevdîrê li vî warî da tevbigere.
Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Em şîret li Amerîkayê dikin ku li ser sozêîn xwe li warê Lihevkirina Navokî bimîne; Çimku heke pêngavekî ji bilî viya rake dê derdayiyê sereke be û wê raya giştî ya cîhanê bi viya bihese ku kîjan alî sûcdar û qusûrê dike.
Salihî her viha got: Dema serokomarê bijartî yê Amerîkayê bê ser kar, gere li çarçova rastiyan tevbigere û nikare lihevkirina navneteweyî ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va tê piştgiriîkirin, betal bike, çimku ev lihevkirineke diyalî digel Amerîkayê nine (BANGÊ ÎSLÂMİ).