ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya Şemixanî ser pişkdarîya welatên asyayî li warê têkoşîna dijî têrorîsmê

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê pêgirî li ser pişkdarîya welatên asyayî li warê têkoşîna dijî têrorîsmê li herêmê kir.

Elî Şemixanî ku ji bo pişkdarîya li nehemîn civîna berpirsên bilind ên ewlehîyê yên 5 parzemînên cîhanê çûbû şarê Soçî yê Ûrsêtê, şeva buhurî berî ku terka Soçîyê bide, li koma nûçegihanan bi gotina vîya ku Amerîka dixwaze têrorîsmê ji Sûrîye û Iraqê veguhêze Efganistanê, dîyar kir: Em bi dû pişkdarîya welatên din ên kêrhatî yên parzemîna Asyayê li têkoşîna dijî têrorîsmê ne.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vîya ku li vê civînê pêşwazîyeke germ ji helwestên Îranê hat kirin û got ku li vê civînê têkildarî berfirebûna têrorîsmê li navçê û çawanîya sekinîna li hemberî wê, xec û berdêlên di vê rêyê de, rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û planên ku hêzên derveyî navçê ji bo nearamkirina navçê darêştine, gotûbêj û rawêjkarî hat kirin.

9`emîn civîna ewlehîyê ya rayedarên pilebilind ên 5 parzemînên cîhanê ji çarşema buhurî va mideha 2 rojan li bajarê Soçîya Ûrsêtê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu