NûçeRojhilatanavin

Pêgiriya serokê Komara Îslamî ya Îranê ser parastina jîngehê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ser parastina jîngehê sekinî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro hevgavê hevftiya çavkaniyên xwezayî û piştî çandina nemamekê, hemî gel vexwende hewldana li riya tevgera mezin a parastian jîngehê û berfirehkirina hêşinatiyê û tekez kir ku xurtkirina xebatên çandî û ferhengsaziya li warê giringî û cih û şûna jîngehê û pêwîstiya parastina jîngehê bitaybet bo nivşa ciwan û nûciwan a Îranê pir giring e.

Li vê mersimê ku piştî civîna taxima dewletê cih hat, Hesen Rûhanî çandina daran wek sembola parastina jîngehê da zanîn û got: Rawestana cidî li hember kesên ku derbê li daristanan û jîngehê dixin pir pêwîst e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku beçavgirtin û girîngzanîna heftiya çavkaniyên suruştî û çandina daran tenê li bara meselên aborî nîne belkî berçavgirtina jîngehê û tendrustiya civakê ye ku divê hemî li vê barê hewl bidin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu