FilistînNûçeRojhilatanavinYemen

Pêgiriya Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê li ser pêwîstiya artêşa azadkirina Filistînê

Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê ji dewletên navçeyê xwest ku bona damezirandina “Artêşa Azadkirina Filistînê“ kesên xwebexş werbigirin.

Li gorî rapora Mehr News`ê ji zarê malpera Ehdê, Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê, Mihemed Elî Husî roja Îniyê got: “Dewlet û di serê wan da dewleta Yemenê û tevgerên îslamî divê kesên xwebexş werbigirin û wan ji bo damezirandina `Artêşa Rizgarkirina Filistînê` amade bikin.

Rayedarên yemenî jî biryara vê dawiyê ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirna Quda pîroz wek paytexta Rêjîma Siyonîst şermezar kirin.

Welatiyên yemenî îro xwenîşandaneka berfireh bi navê “Quds paytexta Filistînê ye û biryara Amerîkayê nayê qebûlkirin“ li dar xistin.

Sikritirê giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê, Ebdulmelik El Husî jî duh bi daxûyaniyekê wek berteka li hemberî biryara vê dawiyê ya Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê, lio ser pêwîstiya dewama berxwedana li dijî pîlanên Amerîka û Rêjîma Siyonîst û boykotkirina kelûpelên wan ji aliyê welatên din va pêgirî kir.

Serokomarê Amerîkayê roja Çarşemiyê tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên welatên cîhanê derheq biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Israîlê ragihand ku Amerîkayê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike.

Beytul Muqedes ji hêla biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va wek cihekî dagirbûyî tê naskirin û ev karê Amerîkayê di rastiyê da binpêkirina biryarnameyên vê saziya navneteweyî ye. Ev bajar xwedan cîgeheka taybet li ba misilmanan e. Bajarê Beytul Muqedesê sala 1967an ji aliyê Israîlê va hat dagirkirin.

Gellek ji welat û saziyên navneteweyî heta niha ev karê Trump şermezar kirine.îslamî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu